Mayineke PKKê bi otomobîla Pêşmergeyan de teqiya û Pêşmergeyek birîndar bû

Hat ragihandin ku îro Çarşemê bombeya çandî ya ku çekdarên PKKê li sînorê Amêdiyê li ser riya sivîlan û Pêşmergeyan danîbû bi otomobîleke Pêşmerge de teqiya û Pêşmergeyek di encama teqînê de birîndar bû.Navenda Medyayî ya Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê…

18 Tebax 2021

 Hat ragihandin ku îro Çarşemê bombeya çandî ya ku çekdarên PKKê li sînorê Amêdiyê li ser riya sivîlan û Pêşmergeyan danîbû bi otomobîleke Pêşmerge de teqiya û Pêşmergeyek di encama teqînê de birîndar bû.

Navenda Medyayî ya Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê eşkere kir, “Li sînorê qezaya Amêdiyê çekdarên PKKê bombeyek li ser riya çûnûhatina Pêşmerge û xelkê sivîl çand, di encamê de bombeya çandî bi otomobîleke Pêşmerge de teqiya, her çend e xweşbextane ziyanên canî jê derneketin, tenê Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû.”

Birîkarê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand: “Dixwazin raya giştî û xelkê Kurdistanê agahdar bikin ku çendîn car e PKK van reftaran li sînorê erkê Pêşmerge dubare dike û herwiha karê têkderane encam dide, bi van reftaran metirsiyê li ser sînor û xelkê sivîl dirust dike.”