Li Mêrdînê serokên komeleyên Suryaniyan hatine desteserkirin

Li Êlih û Mêrdînê, di serdegirtinên malan de hevserokên HDPyê û serokên komeleyên Suryaniyan jî di nav de 10 kes hatine desteserkirin. Li Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîneke ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî a…

16 Tebax 2021

Li Êlih û Mêrdînê, di serdegirtinên malan de hevserokên HDPyê û serokên komeleyên Suryaniyan jî di nav de 10 kes hatine desteserkirin.

 

Li Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîneke ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî a Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de polisan li navçeyên Dêrik, Qoser, Midyad, Şemrex û Mehsertê bi ser malan de girtine û gelek kes desteser kirine. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtinên malan de Hevseroka HDPê ya Navçeya Dêrikê Selma Ozcan, rêveberên HDPê Şenol Şan, Tevfîk Akyol, Dersim Yavûz û Diyar ku paşnavê wî nehatiye zanîn; li navçeya Midyadê de jî Serokê Komeleya Jinan a Suryaniyan Teodora Ozdemîr Hobel û Serokê Komeleya Yekitiya Suryaniyan a Mêrdînê Yûhanna Aktaş hatine desteserkirin.

Li Êlihê jî polisan li navçeya Hezoyê Hevserokên HDPê yên Navçeya Berjîn Altan, rêveberê HDPa navçeyê Mehmet Baz û Endamê Meclisa Şaredariyê Îmadedîn Dînler desteser kirine û birine Miduriyeta Polisan a Navçeyê.