Encûmena Asayişa Navdewletî îro li ser Afganistanê dicive

Encûmena Asayişa Navdewletî, îro Duşemê di derbarê rewşa Afganistanê de dicive.Li gor çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin, civîna îro ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekbûyî, li ser daxwaza Norwêc û Stonya tê lidarxistin.Herwiha çavkanî didin zanîn, civîna Encûmena Asayişa Navdewletî…

16 Tebax 2021

 Encûmena Asayişa Navdewletî, îro Duşemê di derbarê rewşa Afganistanê de dicive.

Li gor çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin, civîna îro ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekbûyî, li ser daxwaza Norwêc û Stonya tê lidarxistin.

Herwiha çavkanî didin zanîn, civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê Afganistanê de, dê îro di saet 10:00an de, li gor dema Amerîkayê bê lidarxistin.

Hêzên Talibanê do Yekşemê derdora bajarê Kabulê paytexta Afganistanê ji çar aliyan ve dorpêç kirin û di saetên êvarî de, beşek ji hêzên wê derbasî nav hin taxên Kabulê bûn.

Hêzên Talibanê herwiha dest danîn ser Koşka Serokkomariya Afganistanê û televîzyona netewî ya wî welatî.

Li aliyekî din, Serokkomarê Afganistanê Mihemed Eşref Xenî, do êvarî welat terikand û derbasî Tacikistanê ve bû.