Heta nuha bi hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê ve 3 hezar û 550 kurdên êzdî ji dest DAIŞê hatine rizgar kirin.
Serpereştê dosya rizgarkirina revandiyên êzdî û rêveberê giştî yê karûbarên kurdên êzdî li wezareta Ewqaf a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî amarên taybet derbarê revandiyan de aşkera kirin.
Piştî dagirkirina bajarê Mûsilê û paşvekêşana artêşa Iraqê çekdarên DAIŞê êrîşî bajarê Şingalê kirin û dest bi komkujiya kurdên êzdî kirin û hejmarek zêde jî revandin.
Amarên dawiyê yên kurdên êzdî û revandiyên ku li Netewên Yekbûyî jî hatine tomar kirin.
-Bi giştî hejmara kurdên êzdî 550 hezar kes bûn.
– 360 hezar kurdên êzdî ji ber êrîşên DAIŞê koçber bûn.
– 150 hezar koçberên kurdên êzdî vegeriyane ser mal û halên xwe.
– Hezar û 293 kurdên êzdî di roja yekem a êrîşa DAIŞê de jiyana xwe ji dest dane.
– 2 hezar û 745 zarokên kurdên êzdî bê bav mane
– Heta naha 82 gorên komî yên kurdên êzdî hatine aşkera kirine.
– 68 perestgeh û tirbeyên kurdên êzdî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine teqandin.
– Nêzîkî 100 hezar kurdên êzdî berê xwe dane welatên derve û bi taybet jî welatên Ewrupa
– Çekdarên DAIŞê 6 hezar û 417 kurdên êzdî revandin, ku ji wan 3 hezar û 548 kes zilam û zarokên xort bûn û 2 hezar û 869 kes ji wan jî jin û zarokên keç bûn.
– Hejmara revandiyên kurdên êzdî yên hatine rizgar kirin:
– Hezar û 209 zilam
– 339 jin
– Hezar û 49 zarokên xort
– 956 zarokên keç
– Termê 104 revandiyên kurdên êzdî jî kuştî hatine dîtin
– Heta naha çarenivîsa 2 hezar û 763 revandiyên kurdên êzdî jî diyar nîne ku : Hezar û 293 ji wan jin û keç in.
Herwaha hezar û 470 kes jî zilam û xort in.

