Nijadperestên Tirk li Çorûmê jî êrîşî karkerên demsalî yê Kurd kirin

Nijadperestên Tirk li parêzgeha Çorûmê ya Tirkiyê jî êrîşî karkerên demsalî yê Kurd kirin.Nîjadperestên Tirkî do êvarî bi kêran êrîşî karkerên demsalî yên ji Rihayê kirin û di encama êrîşê de, Hatîce û Kubra Alpa, Halep û Îsmaîl Çalişir û…

5 Tebax 2021

Nijadperestên Tirk li parêzgeha Çorûmê ya Tirkiyê jî êrîşî karkerên demsalî yê Kurd kirin.

Nîjadperestên Tirkî do êvarî bi kêran êrîşî karkerên demsalî yên ji Rihayê kirin û di encama êrîşê de, Hatîce û Kubra Alpa, Halep û Îsmaîl Çalişir û Elî Sarigul birîndar bûn.

Têkildarî bûyerê, mexdurên bûyerê, Îsmaîl Çalişir, Îbrahîm Çalişir diyar kirin, ji ber meseleya çop û gemarê, xalê muxtar û pê re binefserek, gefa qewitandinê li wan xwar, eger gemara xwe ji nav erd ranekin.

Îbrahîm Çalişir da zanîn, gava wan ji binefser re got ku ew ê lê gilî bikin, muxtar û kurên xwe û gundiyekî, bi kêran êrîş kir.

Îbrahîm Çalişir destnîşan kir, di dema êrîşê de, binefser piştgiriya da muxtar û gaz bi ser wan de reşand.

Li gor Îbrahîm Çalişir, wan konên xwe veguhastine gundekî din û diyar kir ew ê vegerin Rihayê.