PAK: Miletê Kurd Kurdperwerekî hêja wenda kir

Bi xemgînî me bihîst welatperwerê Kurd Yurî Nebîyev di 68 saliya xwe de çuye ser dilovanîya xwe.Rêzdar, Yurî Nebîyev ji bo doza Kurd û Kurdîstanê gelek kar û xebatên hêja kiriye. Yek berpirsyarê Rojnama Rîya Taze, damezrênerê federasyona komelên welatên…

8 Tîrmeh 2021

Bi xemgînî me bihîst welatperwerê Kurd Yurî Nebîyev di 68 saliya xwe de çuye ser dilovanîya xwe.

Rêzdar, Yurî Nebîyev ji bo doza Kurd û Kurdîstanê gelek kar û xebatên hêja kiriye. Yek berpirsyarê Rojnama Rîya Taze, damezrênerê federasyona komelên welatên Rûsyayê û Sovyeta kevn û yek ji xebatkarê pêkanîna yekgirtina diyaspirayê bû.

Gelên Kurdistanê, ewê tu carî kurdperwerê hêja û dilovan ji bîr neke. Yurî Nabîev wê her di tekoşîna me de bijî.

Bila serê malbatê heval û hogirên wî û hemû Kurdistanîyan sax be.

PAK-EWROPA

Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê li Ewropa