Yûrî Nebiyêv yek ji lîderên diyasporaya Kurd koça dawî kir

Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsyayê û Rêveberê Malpera Riya Teze Yûrî Nebiyêv îro di temenê 68 saliyê de li nexweşxaneyke Moskoyê koça dawiyê kir.Yurî Şamil Nebiyêv 16/10/1953 li Teblîsî Paytexta Corgiya ji dayik bûye û piştî…

6 Tîrmeh 2021

Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsyayê û Rêveberê Malpera Riya Teze Yûrî Nebiyêv îro di temenê 68 saliyê de li nexweşxaneyke Moskoyê koça dawiyê kir.

Yurî Şamil Nebiyêv 16/10/1953 li Teblîsî Paytexta Corgiya ji dayik bûye û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, berê xwe dabû Moskoyê.

Yurî Nebiyên çalakvanekî Kurd ê Sovyeta berê bû û xizmeta doza rewa ya gelê xwe dikir. Yurî Nebiyên îro li nexweşxaneyeke Moskoyê ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.