Li Hewlêrê şewatek mezin derket

Li Hewlêrê agir bi pêşangeheke mobîlyayê ya li ser cadeya 60 metrî ya bajêr ket û şewateke mezin derket, ku piştî hewldaneke zêde ya tîmên agirvemirandinê hat kontrolkirin.Heta niha sedema derketina agir nehatiye zanîn, lê bi gotina karmendên pêşangehê, agir…

30 Hezîran 2021

 Li Hewlêrê agir bi pêşangeheke mobîlyayê ya li ser cadeya 60 metrî ya bajêr ket û şewateke mezin derket, ku piştî hewldaneke zêde ya tîmên agirvemirandinê hat kontrolkirin.

Heta niha sedema derketina agir nehatiye zanîn, lê bi gotina karmendên pêşangehê, agir bi kondîşinekê ketiye û piştre agir berfireh bûye û li tevahiya pêşangehê belav bûye.

Qaymeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulwahîd û Rêveberê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê Serkewt Kareş çûne cihê şewatê û ji nêzîk ve rewş şopandin.

Rêveberê Berevaniya Sivîl a Hewlêrê, Serkewt Kareş daxuyaniyek da medyayê û ragihand, tîmên wan destpêkê hewl dane malên li derdora pêşangehê ji şewatê biparêzin. Serkewt Kareş got, xelkê telefona wan kiriye û daxwaz kirine ku di hewara wan de biçin, lewra wan destpêkê otomobîlên agrivemirandinê şandine kolanên li pişt pêşangeha mobîliyayê û alîkariya xelkên pîr û hewcedar kirine.