Li Amerîkayê avahiyek hilweşiya: 99 kes winda ne

Duh li bakurê Miami, li eyaleta Florîda ya Amerîkayê, avahiyeke 12 qatî hilweşiya, di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 99 kes jî winda ne. Duh li bakurê Miami, li eyaleta Florîda ya Amerîkayê, avahiyeke 12 qatî…

25 Hezîran 2021

Duh li bakurê Miami, li eyaleta Florîda ya Amerîkayê, avahiyeke 12 qatî hilweşiya, di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 99 kes jî winda ne. 

Duh li bakurê Miami, li eyaleta Florîda ya Amerîkayê, avahiyeke 12 qatî hilweşiya, di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 99 kes jî winda ne.

Polîsê Miami ragihand; heta niha 99 kes winda ne, kesekî jî canê xwe ji dest da, ti zanyarî jî tune ye ku gelo qurbanî û kesên winda, nişteciyên wê avahiyê bûn, an jî li nêzîkî avahiyê bûn.

Hat ragihandin ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dest bi rizgarkirina qurbaniyan kirine.

Weke din hat eşkerekirin ku ew avahî di sala 1980an de hatiye çêkirin û 130 malbat tê de dijiyan.