Serokwezîr Barzanî, pêşwaziya konsolê nû yê tirk kir

Konsûlê nû yê Tirkiyê yê li herêma Kurdistanê Hakan Karaçay ji alî Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazî kirin.

4 Çile 2018

Di hevdîtina ku li avahiya Serokwezîriya Kurdistanê de lidar ket, hate ragihandin ku rewşa herêmê babetek din a hevdîtinê bû.

Berpirsê Pêwendiyên derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û berdevkê hukimeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî di civînê de amade bûn.