Hevpeymaniya Navdewletî zêdetirî 1 milyon dolaran alîkariya leşkerî gihand hêzên Pêşmerge

Hat ragihandin ku îro Çarşemê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, di çarçoveya têkoşîna dijî terora DAIŞê de, bi nirxê zêdetirî yek milyon dolaran alîkariya çek û amûrên leşkerî pêşkeşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.Li gorî ragihandina şaneya ragihandina ewlehiya Iraqê, ew…

16 Hezîran 2021

Hat ragihandin ku îro Çarşemê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, di çarçoveya têkoşîna dijî terora DAIŞê de, bi nirxê zêdetirî yek milyon dolaran alîkariya çek û amûrên leşkerî pêşkeşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Li gorî ragihandina şaneya ragihandina ewlehiya Iraqê, ew alîkariya hevpeymaniyê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistina terorîst DAIŞê û parastina sînoran de hatiye şandin ku beşek ji wê alîkariyê bo hêzên Pêşmerge hatiye terxankirin.

Hevpeymaniyê di sala 2021ê de cara çarem e alîkariyên leşkerî ji hêzên Pêşmerge re dişîne ku îsal bi zêdetirî 3 milyon dolaran alîkarî gihandiye hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Hevpeymaniyê beriya niha jî 100 wesayîtên Humvee, ambulans û wesayîtên zirxî ji Pêşmerge re şandibûn