Ji ber bombebarana Tirkiyê ya li Kanî Masî hemwelatiyek birîndar bû

Hemwelatiyekî sînorê bajarokê Kanî Masî ya ser bi Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê, ji ber bombebaranekî artêşa Tirkiyê birîndar bû.Rêveberê bajarokê Kanî Masî Serbest Sebrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemwelatiyekî bi navê Remezan Elî yê temen 60 salî û xelkê…

1 Hezîran 2021

Hemwelatiyekî sînorê bajarokê Kanî Masî ya ser bi Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê, ji ber bombebaranekî artêşa Tirkiyê birîndar bû.

Rêveberê bajarokê Kanî Masî Serbest Sebrî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemwelatiyekî bi navê Remezan Elî yê temen 60 salî û xelkê gundê Hirur ji ber parçeyên mûşekên artêşa Tirkiyê lê ketine birîndar bû.

Herwaha karmendê binkeyê tenduristiya nahyeya Kanî Masî Ehmed Ednî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li binkeyê tenduristiya Kanî Masî çareseriya destpêkê bo wî birîndarî hatiye kirin û piştre ew ji Zaxo re hatiye şandin.’’

Çend rojên borî de jî 3 hemwelatiyên din ji ber şerê PKKê û artêşa Tirkiyê birîndar bûn.