Serok Barzanî: Sala nû li xelkê Kurdistanê pîroz be

Serok Mesûd Barzanî di payamekê de bi hilkefta sala nû li xelkê Kurdistanê pîrozbahiyê dike û hêvî dixwaze, sala nû, sala xweşî, aramî û xweşguzariyê be.

31 Kanûn 2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser hesaba xwe ya Twitterê bi hilkefta sala nû peyamek weşand. 

Di peyamê de Birêz Barzanî got: “Hêvîdar im sala 2018an, sala xweşî, aramî û xweşguzariya ji tevahiya cîhanê re be.”