Mesrûr Barzanî: Bila her tim xewnên wan ên mezin hebin…

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Silêmanîyê bi ciwanên xwedî kar re civiya, daxwaz û armancên wan guhdar kir.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser Twitterê derbarê wan ciwanên xwedî kar de peyamek belav kir û…

24 Gulan 2021

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Silêmanîyê bi ciwanên xwedî kar re civiya, daxwaz û armancên wan guhdar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser Twitterê derbarê wan ciwanên xwedî kar de peyamek belav kir û da zanîn, peyama wî ji wan re ew e, bila her tim xewnên wan ên mezin hebin û kêfxweşiya xwe bi projeyên wan ên nû nîşan da û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do 23.5.2021ê serdana bajarê Silêmanî kir û li wir kevirê binyadê yê projeya bazarkirina genimê cotkaran danî.

Ew proje, yek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo bazarkirina genimê cotkaran û dabînkirina asayişa xwarekê ye.

K24