Ciwanê 22 salî ji ber sedemên aboriyê întîhar kir

Li Amedê, ciwanê 22 salî Şeyhmûs Turfan, ji ber sedemên aboriyê întîhar kir. Li Taxa Huzurevlerî ya semta Dîclekentê ya navçeya Peyas a Amedê, ciwanê 22 salî Şeyhmûs Tufan, li mala xwe mirî hat dîtin. Li gorî agahiyan, Turfan piştî…

3 Gulan 2021

 Li Amedê, ciwanê 22 salî Şeyhmûs Turfan, ji ber sedemên aboriyê întîhar kir. 

 
Li Taxa Huzurevlerî ya semta Dîclekentê ya navçeya Peyas a Amedê, ciwanê 22 salî Şeyhmûs Tufan, li mala xwe mirî hat dîtin. Li gorî agahiyan, Turfan piştî birayê wî di xew re diçe, dikeve serşoka malê û li vê derê întîhar dike. Birayê Turfan ê piştî demekê şiyar dibe, ferq dike ku deriyê serşokê kilît kiriye. Birayê Turfan piştî derî dişkîne, dikeve hûndir û dibîne ku birayê wî dawî li jiyana xwe aniye.
 
Cenazeyê Turfan piştî lêkolînê, ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dûre cenazeyê Turfan li Goristana Deriyê Mêrdînê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê hat definkirin  
 
Hat diyarkirin ku ji ber sedemên aboriyê, çendek berê derûniya Turfan ne baş bû û pirsgirêk dijiyan.