Li Agiriyê di şerê malbatan de 3 kes hatin kuştin

Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê li ser pirsgirêka erd û zeviyan 3 kes hatin kuştin û 12ê din jî birîndar bûn.Bûyer şeva borî li gundê Qanicî yê ser bi bajarokê Patnosa Agiriyê qewimî.Li gor agahiyan, li ser erd û…

27 Nîsan 2021

Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê li ser pirsgirêka erd û zeviyan 3 kes hatin kuştin û 12ê din jî birîndar bûn.

Bûyer şeva borî li gundê Qanicî yê ser bi bajarokê Patnosa Agiriyê qewimî.

Li gor agahiyan, li ser erd û zeviyan destpêkê nîqaş di navbera du malbatan de çêdibe û piştre dibe şerê bi çekan.

Hat ragihandin, li cihê bûyerê 2 kes hatin kuştin û li nexweşxaneyê jî birîndarekê canê xwe ji dest da. Di şer de bi giştî 3 kes hatin kuştin û 12 din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, 3 birîndar ku li nexweşxaneya Patnosê hatine razandin, rewşa wan a tendirûstî nebaş e.

Hêzên ewlekariyê jî li gundê Qanicî belav bûne û tedbîrên tund wergirtine û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.