Amerîkayê Tirkiye bi fermî ji bernameya F-35ê derxist

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Enqere agahdar kiriye ku bi fermî Tirkiye bi fermî ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên balafirên şer F-35ê hate derxistin.Ajansa fermî Anadolu ya hikûmeta Tirkiyê, li ser zarê rayedarekî Amerîkî ragihand ku Pentagonê Enqere…

22 Nîsan 2021

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Enqere agahdar kiriye ku bi fermî Tirkiye bi fermî ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên balafirên şer F-35ê hate derxistin.

Ajansa fermî Anadolu ya hikûmeta Tirkiyê, li ser zarê rayedarekî Amerîkî ragihand ku Pentagonê Enqere bi fermî agahdar kiriye ku ew welat ji bernameya balafirên şer ên F-35ê hate derxistin.

Li gor nûçeyê wî rayedarî derbarî çawayaniya agahdarkirinê de ti zanyarî nedane.

Wî rayedarî daye zanîn ku ew rêkevtina hevbeş a ku çend welatî beşdarin û Tirkiyê jî 26ê Çileya 2007ê beşdarî kiriye, hate hilweşandin û di peymannameya nû de navê Tirkiyê lê nehate zêdekirin.

Herwiha heman çavkaniyê tekez kiriye ku peymana niha 8 welat beşdar in bihêz bûye û li bernameyê ti welateke nû nehate zêdekirin.

Tirkiyê girêbesta kirîna 100 balafirên F-35 li gel Amerîkayê hebû, lê belê ji ber kirîza sîstema mûşekî ya S-400 ya Rûsî û alozbûna peywendiyên navbera Waşington û Enqerê, Tirkiye ji wê programê hatibû dûrxsitin.

Bihayê her balafireke F-35 digihe 77 milyon û 900 hezar dolarî.

Kompaniya sereke ya berhemanîna balafirên F-35 ku kompanya Lockheed Martin a amerîkî ye, navê Tirkiyê ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên vê firokeyê hatibû derxistibû.

Tirkiye yek ji 9 welatên beşdar di berhemanîna balafira pêşkevtî ya F-35 de bû û hin parçeyên wê balafirê ji aliyê wî welatî ve dihatin çêkirin.

Ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, ku sîstemeke berevaniya esmanî ye, peywendiyên Amerîka û Tirkiyê aloz bûne.