Riha- Li ser nedana rê pevçûn derket: 2 kuştî û 10 birîndar

Li bajarê Rihayê di wexta fetarê de bi sedema di trafîkê de rê nedane hev û dixwestin bo fetarê zûtir herin malen xwe, pevçûn derket û di pevçûnê de çekan bikaranîn. Piştî tevlîbûna mirovên her dû aliyan kesên bi navên…

21 Nîsan 2021

Li bajarê Rihayê di wexta fetarê de bi sedema di trafîkê de rê nedane hev û dixwestin bo fetarê zûtir herin malen xwe, pevçûn derket û di pevçûnê de çekan bikaranîn. Piştî tevlîbûna mirovên her dû aliyan kesên bi navên İbrahim Halil Çetin (22) û Lami Çetin (50) di pevçûnê de mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Bi sedema rê nedan hev û pevçûn derket, kesên bûyerê dîtin xeberê dan polîs û tîmên tenduristiyê. Her dû kesên navborî ku di pevçûnê de birîndar bûn, wan birin nexweşxanê û li nexweşxanê can dan.

Polîs bo girtina kesên tevlî pevçûnê bûne xebatê da destpêkirin.