Serokê PAKê Mustafa Özçelik: Hevalê me Feyyaz Ekmen li nexweşxaneyê tedawîya Covid-19ê dibîne

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Hevalê me Feyyaz Ekmen li nexweşxaneyê tedawîya Covid-19ê dibîne."Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê, di hilbijartina 31ê Adara 2019an de Namzedê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Şaredarîya Batmanê, hevalê me yê hêja Kek…

20 Nîsan 2021

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Hevalê me Feyyaz Ekmen li nexweşxaneyê tedawîya Covid-19ê dibîne.

“Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê, di hilbijartina 31ê Adara 2019an de Namzedê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Şaredarîya Batmanê,  hevalê me yê hêja Kek Feyyaz Ekmen, li gel hevjîna xwe, hevala me  Mehtap Xan û kurê xwe Mem Lorî berîya 20 rojî bi Covid-19ê ketibûn. Piştî tedawîya wan , Mehtap Xan û  Mem Lorî nuha baştirin û testa wan a Covid-19ê Negatîf derket.Lê kek Feyyaz  eve 15 rojin di nexweşxaneya li Almanyayê de, di beşa tedawîya acîl a giran de(İntensive Care)  tedawîyê dibîne. 

Diktor bi hemû îmkanên xwe tedawîya kek Feyyaz dimeşînin.

Em bi hemû hest, û hezkirin û hêvîyên xwe ve, bi duayên xwe ve pêbawerin ku kek Feyyaz dê baş bibe.

Li gorî agahdarîyên ku diktorên kek feyyaz bidine me , emê jî raya giştî agahdar bikin.
Li gel rêzên xwe.”

20.04.2021

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê