Dadgerê darizandina Sedam Husên can da

Dadgerê darizandina Sedam Husên, Mihemed Ureybî ji ber vîrusa Koronayê can da.Li gor zanyariyên, vê sibehê rewşa tendirustiyê ya Dadger Mihemed Ureybî bi tevahî têk çûye û pişt re, ji ber giraniya nexweşiya Koronayê, can daye.Mihemed Ureybî di sala 1969an…

3 Nîsan 2021

Dadgerê darizandina Sedam Husên, Mihemed Ureybî ji ber vîrusa Koronayê can da.

Li gor zanyariyên, vê sibehê rewşa tendirustiyê ya Dadger Mihemed Ureybî bi tevahî têk çûye û pişt re, ji ber giraniya nexweşiya Koronayê, can daye.

Mihemed Ureybî di sala 1969an de li Bexdayê jidayik bûye, di sala 1987an de li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bexdayê xwendiye û di sala 1992an de, perwedehiya zanîngehê qedandiye.

Di sala 2000an de, li Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê bûye dadger û di sala 2004an de, Serokê Rejîma Beisê ya rûxandî Sedam Husên, ji ber tawanên wî yên Enfal û kîmyabarana Helebceyê, darizand.