Meclis qanûn derxist: Pûtîn 2 dewreyên din dikare bibe serokê dewletê

Daxwaznama qanûna ku li Rûsyayê serokê niha Valdimir Putin dikare du dewreyên din jî bibe serokê Rûsyayê, ji aliyê meclisa Rûsya de hat qebûlkirin. Li gor qanûna nûh; Putin dikare heya sala 2036 an li ser text bimîne.Daxawaznama qanûn li…

27 Adar 2021

 Daxwaznama qanûna ku li Rûsyayê serokê niha Valdimir Putin dikare du dewreyên din jî bibe serokê Rûsyayê, ji aliyê meclisa Rûsya de hat qebûlkirin. Li gor qanûna nûh; Putin dikare heya sala 2036 an li ser text bimîne.

Daxawaznama qanûn li Dumayê roja çarşemê qebûl bû ku di nav de qanûna hilbijartinê û guherîna destûra esasî heye. Niha wê qanûn here meclisa jor ya Rûsyayê. Eger meclisa jor qanûn bipejirîne wê here îmza Putin û bê îmzekirin.