Çiyayên Akrê bi alayên Kurdistanê hatin xemilandin

Newroza îsal a Akrê wek her tim rengîn bû. Meşa bi meşxaleyan li çiyayê Kelêya Kevn dîmenên balkêş derxistin holê.Wek amadekarî bo rêûresmê, fîşekên hewaî hatin amadekirin û şeqam û kolanên Akrê jî hatin xemilandin.Herwiha çar alayên Kurdistanê ku yek…

20 Adar 2021

Newroza îsal a Akrê wek her tim rengîn bû. Meşa bi meşxaleyan li çiyayê Kelêya Kevn dîmenên balkêş derxistin holê.

Wek amadekarî bo rêûresmê, fîşekên hewaî hatin amadekirin û şeqam û kolanên Akrê jî hatin xemilandin.

Herwiha çar alayên Kurdistanê ku yek ji wan 65 metre dirêj û 12 metre pehn bû, li çiyayên derdora Akrê hatin bilindkirin.

Li her yek ji Girê Top, Kelê, Kelêya Kevn, Tîşê Xirga û li çendîn cihên din agirê Newrozê hat vêxistin û zêdetir ji hezar meşxale jî hatin amadekirin.

cc.jpg