Parêzgarê Hewlêrê: Dê Newroza îsal ji ber Koronayê sembolîk were pîrozkirin

Parêzgarê Hewlêrê ragihand, ji ber Koronayê ewê roja Newrozê merasimeka sembolîk pêk bînin.Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re got, li gorî biryara komîteya bilind ya Koronayê, îsal Newrozê civîn û kombûn nayên kirin.Umêd Xoşnaw her wiha got, lê emê…

15 Adar 2021

 Parêzgarê Hewlêrê ragihand, ji ber Koronayê ewê roja Newrozê merasimeka sembolîk pêk bînin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re got, li gorî biryara komîteya bilind ya Koronayê, îsal Newrozê civîn û kombûn nayên kirin.

Umêd Xoşnaw her wiha got, lê emê merasimeka sembolîk pêk bînin û agirê Newrozê vêxin û çend mêvaneka jî vexwînin. Lê ti civîn û kombûnek dê nebe.

Ev çend roj in hejmara pêketî û miriyên Koronayê li Herêma Kurdistanê gelekî zêde bûye.

Herî dawî, hikûmeta Kurdistanê ragihand, kî maskê bikar nehîne dê bi 20 hezar dînar were sizadan.