Qasim Şeşo: Heta PKKû grubên ser bi wê li Şingalê hebin ewlehî çênabe

Fermandarê fermandariya Şingalê yê hêzên Pêşmerge diyar kir ji ber PKKê û grubên ser bi wê ve ewlehî li Şingalê ava nabe û heta ew nav Şingalê bin ewlehî jî çênabe.Fermandarê fermandariya Şingalê yê hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo ji BasNewsê…

13 Adar 2021

 Fermandarê fermandariya Şingalê yê hêzên Pêşmerge diyar kir ji ber PKKê û grubên ser bi wê ve ewlehî li Şingalê ava nabe û heta ew nav Şingalê bin ewlehî jî çênabe.

Fermandarê fermandariya Şingalê yê hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewşa Şingalê xirabe. Hemû çekdar nav Şingalê de ne. Heta PKK û hêz û grubên ser bi PKKê nav Şingalê de ewlehî çênabe. Naha rewşa Şingalê pir xirabe, lewra jî xelk nikare vegere. Heta Pêşmergeyên Kurdistanê û leşkerê Iraqê li gel hev neyên nav Şingalê ewlehî jî çênabe. ‘’

Herwaha got: ‘’Hêz û grubên çekdar û nerewa nav Şingalê de zêde bûne û ev yek bûye eger ewlehî çênebe. Ew hêz û grubên nerewa nahêlin ewlehî çêbe.’’