Mesûd Barzanî: Elî Ebdulah têkoşerekî mezin bû

Li Helwêrê, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî bi hilkefta çiliya Cîgirê Berê yê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ebdulah merasîmekê bi rê ve diçe.

1 Kanûn 2017

Di merasîmekê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û got, “Elî Ebdulah mirovekî mezin, têkoşerekî dêrîn û birayê mezin û mamosteyê min bû.”

Serok Barzanî herwiha got Elî Ebdulah hemû jiyana xwe ji bo xizmeta Kurdistanê û partiya xwe terxan kiribû.