Papa ji ber parastina pêkhateyên olî û netewî spasiya Serok Barzanî kir

Papa Francis piştî gihîştina Hewlêrê, li balafirgehê ligel Serok Barzanî civiya.Papa Francis di civînê de, bi taybetî spasiya Serok Barzanî kir, ji ber parastina pêkhateyên olî û netewî yên li Herêma Kurdistanê û pêkanîna rewşa pêkvejiyanê di navbera wan de.Papayê…

7 Adar 2021

 Papa Francis piştî gihîştina Hewlêrê, li balafirgehê ligel Serok Barzanî civiya.

Papa Francis di civînê de, bi taybetî spasiya Serok Barzanî kir, ji ber parastina pêkhateyên olî û netewî yên li Herêma Kurdistanê û pêkanîna rewşa pêkvejiyanê di navbera wan de.

Papayê Vatîkanê di civînê de di hevdîtina ligel Serok Mesûd Barzanî de, destnîşan kir ku wî serdana wan a Vatîkanê ji bîr nekiriye û ji ber wê ew hatiye Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê, serdana Serok Barzanî û Serokwezîr dike.

Papa ji Serok Barzanî re diyar kir: “Min Kurdistan ji bîr nekiriye, li ser daxwaza we û Serok Hikûmeta Herêmê ez hatim vê derê û serdana we û Serokwezîr ji bîra min neçûye, we ne pêşwazî li min kir, we pêşwaziya Krîstiyanan jî kir.”

Herwiha Papa destnîşan kir: “We di dema êrîşên DAIŞê de welatiyên Krîstiyan parastin, we weke bira pêşwaziya birayên Krîstiyan kir.”

Serok Barzanî di civînê de hêviya xwe anî ziman ku serdana Papa Francis, biratî û pêkvejiyanê di navbera olan de bihêztir bike û got: “Em şanazî bi ferhenga pêkvejiyanê dikin, ferhenga me ya pêkvejiyanê, biratî û hezkirinê zêdetir kiriye, em bi navê hemû pêkhateyên Kurdistanê, pêşwaziya we dikin û serdana we cihê rêzgirtinê ye.”

n-001.jpg