Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro li nava bazareke Serê Kaniyê teqînek bi riya otomobîleke bombekirî hate kirin.Li gor zanyariyên destpêkê,…

25 Sibat 2021

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro li nava bazareke Serê Kaniyê teqînek bi riya otomobîleke bombekirî hate kirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 4 kes kes hatin kuştin ku di nava wan de jin û zarokek hene û 8 kes jî birîndar bûn.

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ser bi wê ve hatine dagîrkirin, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her car teqîn lê çêdibin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Li Efrînê jî duhî li nava bajêr û pêr li gundê Basûtê teqîn hatine kirin û di encama wan her du teqînan de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.