Karwanekî serbazî ya Hevpeymanîyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Karwanekî serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê şeva borî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.Karwanê serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku ji 45 barhilgir û otombîlên leşkerî pêk dihat duh bi şev alîkariyên serbazî û lojîstîk…

24 Sibat 2021

Karwanekî serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê şeva borî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Karwanê serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku ji 45 barhilgir û otombîlên leşkerî  pêk dihat duh bi şev alîkariyên serbazî û lojîstîk ji bo binkeyên hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê veguhastin.

Karwanê hêzên Hevpeymniya Navdewletî di deriyê sînorî yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê re derbasî nav xaka Rojavayê Kurdistanê bûye.

Ji destpêka sala 2021ê ve, ev 14 emîn karwanê alîkariyên serbazî û lojîstîkî ye ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî digihînin hêzên Amerîkayê li bakurê û rojhilatê Sûriyê.