Parêzgarê nû yê Hewlêrê, Umêd Xoşnav sûnd xwar

Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnav sûnd xwar û bi fermî dest bi kar bû.Qasekî beriya niha, parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnav li pêşberî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sûnd xwar û fermana wî ya parêzgariyê jî ji aliyê…

18 Sibat 2021

Parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnav sûnd xwar û bi fermî dest bi kar bû.

Qasekî beriya niha, parêzgarê nû yê Hewlêrê Umêd Xoşnav li pêşberî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sûnd xwar û fermana wî ya parêzgariyê jî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat îmzekirin.

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Umêd Xoşnav kir û daxwaz kir bibe parêzgarê tevahiya xelkê parêzgeha Hewlêrê.

Di merasima sûndxwarinê de wezîrê navxwe Rêber Ehmed jî amade bû.