Swêdê êrîşên ser Hewlêrê şermezar kir

Bi peyamekê, dewleta Swêdê, bi tundî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir.Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi tundî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê şermezar dikim.”Ann Linde da zanîn:…

17 Sibat 2021

 Bi peyamekê, dewleta Swêdê, bi tundî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi tundî êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê şermezar dikim.”

Ann Linde da zanîn: “Ez sersaxî didim xizmên qurbaniyan û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dikim.”

Herwiha Linde eşkere kir û got: “Swêd pabend e bi piştevaniya Iraqê, ji bo pêkanîna seqamgîrî û şerê li dijî terorê.”