PDK: Heşdî Şabî êrîşî Hewlêrê kiriye

Berdevkê Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed derbarê êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê peyamek belav kir û têde ragihand gûrûpekê li derveyî yasayê bi cilûber û bi navê Heşda Şeibî êrîşî ser Hewlêrê kiriye.Îro roja sêşemê 16.02.2021ê Berdevkê PDKê…

17 Sibat 2021

Berdevkê Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed derbarê êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê peyamek belav kir û têde ragihand gûrûpekê li derveyî yasayê bi cilûber û bi navê Heşda Şeibî êrîşî ser Hewlêrê kiriye.

Îro roja sêşemê 16.02.2021ê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed derbarê êrişa şeva duşemê 15ê Sibata 2021an ya li ser bajarê Hewlêrê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş ji aliyê grûpeke li derveyî yasayê ku li rex Heşda Şeibî û bi berg û îmtiyazatên wan bûye.

Mehmûd Mihemed destnîşan kir ku bi awayekî tund êrîşê şermezar dikin, herwiha bangawazî li hikûmeta navendî ya Iraqê, hêzên hevpeymana navneteweyî û Amerîkayê kir ku bi awayekî lezgîn lêpirsînê bidin destpêkirin.

Herwiha Mehmûd Mihemed da zanîn armanca wan êrîşan têkdana aramî û asayîşa paytextê Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bû ku çend mûşek avêtine Hewlêrê û ew bû sedema dilgiraniya welatiyan.l

Di berdewamiyê jî de Mihemed daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîka dike ku tevî protestokirina wê kiryarê, lêkolînên û pêdeçûnê bikin û bi lez aliyên berpirs li gorî yasayan ceza bikin.

Mehmûd Mihemed da xuyakirin ku cihê mixabinê ye ku bûyerên bi vî rengî çendin car e dubare bûne û ji ber cezanekirina wan taqiman cureta wan zêde bûye ku li ser wan karên xwe yên terorîstî berdewam bin.

Bi gotina Mehmûd Mihemed ew awayê serederîkirinê li gel Hewlêr û Herêma Kurdistanê encamên baş nabin û çend Iraq ne aram e di hemû waran de tûşî alozî û pirsgirêkan dike û dê ne aramiyan zêdetir bike.

Herwiha Mehmûd Mihemed got: “Tevî piştîvaniya me ya tam bo hikûmeta Herêma Kurdsitanê em radigihînin ku tevahiya serkirdayetî, kadir û endamên me bo parastina statûya Herêma Kurdsitanê û paytexta Herêma Kurdsitanê weke berê amade ne û dê berdewam bin li ser vê rêbazê.”