Gefên Tirkiyê bo Efrînê Didomin!

Îro (22ê Mijdarê) Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Nuredin Canikli ji çapemeniya Tirkiyê re ragİhand, ku ‘Metirsiyek rasteqîn li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ava bûye û pêwîste em jinav bibin.’

22 Mijdar 2017

Wezîrê berevaniya Tirkiyê gef li bajarê Kurdistanê dike û rêveberê PKKê Murad Karayilan jî berî bersivek tund dabû.

Rêveberê payebilind ê PKKê Murad Karayilan bersiva wan gefên Tirkiyê yên li dijî Efrînê dabûn û ragehandibû, ‘’Eger Tirkiye êrîş bike ser bajarê Efrînê, dê Efrînê ji wan re bikin goristan.’’