Amed-Jineka 20 salî bi demançê hat kuştin

Li nav bajarê Amedê li navçeya Yenişehirê li kuçeya lîseyê ya 4 an jineka bi navê Gulistan Şaylemez ji aliyê kesekî nasnameya wî ne diyar de bi demançê hatiye kuştin. Kesê Gulistan Şaylemezê kuştiye ji paş de xwe nêzî wê…

16 Sibat 2021

 Li nav bajarê Amedê li navçeya Yenişehirê li kuçeya lîseyê ya 4 an jineka bi navê Gulistan Şaylemez ji aliyê kesekî nasnameya wî ne diyar de bi demançê hatiye kuştin. Kesê Gulistan Şaylemezê kuştiye ji paş de xwe nêzî wê kiriye û bi demançeyan ji pişte de lê daye.

Li ser bûyerê kesên bûyerê dîtine xeberê dane polîs û tîmên tenduristiyê. Polîs diçe ciyê bûyerê û dora cîh digre da delîlan bide hev. Cenazê Gulistan Şaylemez bo otopsiyê birine nexweşxana dewletê ya bi navê Selahaddînî Eyyûbî.

Piştî kujer lê daye reviyaye û niha polîs ketiye pey kujer da wî bigre.