HSDê 100 dîlên DAIŞê radestî Iraqê kirine

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 100 dîlên ser bi rêxistina terorîstî ya DAIŞê radestî hikûmeta federal a Iraqê kirine.Medyaya Iraqê ragihandiye HSDê 100 dîlên Iraqî yên DAIŞî radestî hikûmeta Iraqê kiriye û ew dîl di deriye sînor û Rabîeyê re hatine derbaskirin.Herwiha…

11 Sibat 2021

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 100 dîlên ser bi rêxistina terorîstî ya DAIŞê radestî hikûmeta federal a Iraqê kirine.

Medyaya Iraqê ragihandiye HSDê 100 dîlên Iraqî yên DAIŞî radestî hikûmeta Iraqê kiriye û ew dîl di deriye sînor û Rabîeyê re hatine derbaskirin.

Herwiha ligor medyaya Iraqê ew dîlên DAIŞê ji aliyê hêzeke hevbeş a wezareta navxwe û artêşê ve hatine wergirtin û ji bo Mûsilê hatine şandin.

Biryar e dezgeha îstîxbararî ya nehiştina terorê ya parêzgeha Nînowayê serederiyê bi wan dîlên DAIŞê re bike û wan radestî dadgehê bike.