Rêûresmek din a 104 qurbaniyên Êzîdî li gundê Koço birêve diçe

Rêûresmek din îro li gundê Koço yê Şengalê, ji qurbaniyên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine şehîdkirin 104 Kurdên Êzîdî têne bixaksipartin,.Li gor zanyariyan, piştî hewldaneke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, nasnameyên 104 kesên qurbaniyên Êzîdî,…

6 Sibat 2021

Rêûresmek din îro li gundê Koço yê Şengalê, ji qurbaniyên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine şehîdkirin 104 Kurdên Êzîdî têne bixaksipartin,.

Li gor zanyariyan, piştî hewldaneke mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, nasnameyên 104 kesên qurbaniyên Êzîdî, hatin eşkerekirin, ku bi destê DAIŞê hatibûn şehîdkirin.

Îro rêûresmeke taybet ji bo vegerandina rûfatên wan û car din veşartina wan li gundê Koço yê li sînorê Şengalê dê birêve biçe.

Herwiha şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert û Kerîm Ehmed Xan, Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma Neteweyên Yekbûyî ya Lêkolînên Tawanên DAIŞê û nûnerên şandên dîplomatîk, dê di rêûresmê de amade bin.