Li Serdeştê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî êvarê pasdarên Îranê komek kolber li deverên sînorî yên bajarê Serdeştê dan ber guleyan.Li gorî agahiyan, di wê êrişê…

4 Sibat 2021

Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî êvarê pasdarên Îranê komek kolber li deverên sînorî yên bajarê Serdeştê dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Xalid Ehmedpûr û xelkê gundê Wirde yê Serdeştê û bavê du zarokan hat kuştin.