Bi daxuyaniyekê Amerîkayê êrîşên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

Bi daxuyaniyekê, êrîşên li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price hat şermezarkirin.Ned Price di civîneke çapemeniyê de êrîşên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir, ew ji ber êrîşên van demên dawî yên bi…

2 Sibat 2021

Bi daxuyaniyekê, êrîşên li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price hat şermezarkirin.

Ned Price di civîneke çapemeniyê de êrîşên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir, ew ji ber êrîşên van demên dawî yên bi rêya wesayîtên bombekirî, nîgiran in.

Price da zanîn: “Ev êrîş gefê li gelê Sûriyê dixwe û wê deverê zêdetir nearam dike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, du roj berê li navçeyên Ezaz û Babê teqîn çêbûbûn û di encama wan teqînan de 10 kesan can dabûn û 24 kes jî birîndar bûbûn.