Li Girê Spî teqîneke bihêz çêbû

Teqîneke mezin li bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye çêbû. Kuştî û birîndar hene.Li gor agahiyên destpêkê, teqîn li Qada Şaredariyê li navenda bajarokê Girê…

26 Çile 2021

Teqîneke mezin li bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, ku niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye çêbû. Kuştî û birîndar hene.

Li gor agahiyên destpêkê, teqîn li Qada Şaredariyê li navenda bajarokê Girê Spî çêbû û di encamê de kesekî can da, 4 kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ku baregeha wê li Londonê ye, dibêje, di teqîna îro de 3 kes hatine kuştin û herî kêm 7 kes jî birîdnar bûne.

Heta niha nayê zanîn, ku teqîn xwekujî ye yan bi rêya danîna bombekê ve çêbûye û tu aliyan, berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

Roja 7ê vê mehê jî, serkirdeyekî Feyleqa Yekem a ser bi Artêşa Niştimanî ya girêdayî Tirkiyê ve, di êrîşeke çekdarî de li nav bajarokê Girê Spî hatibû kuştin.

Girê Spî tevî Serê Kaniyê û bi dehan gundên derdora wan, di êrîşa Cotmeha sala 2019an de, ketiye destê Tirkiyê û komên çekdar.