Li Almanya di rojekê de 1013 kes bi Koronayê mirin

Li Almanya di rojekê de zêdetirî hezar kes bi Koronayê mirin.Wezareta tenduristiya Almanya ragihand, di nav 24 saetên borî de 20 hezar û 398 kes bi Koronayê ketine û hejmara giştî ya pêketiyan gihîştiye 2 milyon û 88 hezar û…

21 Çile 2021

Li Almanya di rojekê de zêdetirî hezar kes bi Koronayê mirin.

Wezareta tenduristiya Almanya ragihand, di nav 24 saetên borî de 20 hezar û 398 kes bi Koronayê ketine û hejmara giştî ya pêketiyan gihîştiye 2 milyon û 88 hezar û 400 kesan.

Li gorî amarên fermî, duhî hezar û 13 kes jî li Almanya bi Koronayê mirin û hejmara miriyan gihîşt 49 hezar û 783 kesan.

Ji destpêka belavbûna Koronayê de heta niha milyonek û 762 hezar û 200 nexweşên Koronayê jî baş bûne.