Ji bo 4 bajaran hişyariya aşûtê

Miduriyeta Meteorolojiyê, ji bo Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê hişyariya aşûtê kir.Miduriyeta Herêma 14’emîn a Meteorolojiyê, derbarê barîna berfa zêde ya li bajarên herêma Serhedê de daxuyaniyek da. Miduriyetê, diyar kir ku li gelemperiya heremê wê hewa bi ewir be…

16 Çile 2021

Miduriyeta Meteorolojiyê, ji bo Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê hişyariya aşûtê kir.

Miduriyeta Herêma 14’emîn a Meteorolojiyê, derbarê barîna berfa zêde ya li bajarên herêma Serhedê de daxuyaniyek da. Miduriyetê, diyar kir ku li gelemperiya heremê wê hewa bi ewir be û barîna berfê jî wê li hin cihan berdewam bike. Miduriyetê, da zanîn ku li bajarên heremê li bendê ne ku li hin cihan qerise çêbe û ji bo bajarên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê hişyariya aşûtê kir.