Brett McGurk dibe nûnerê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê yê Biden

Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden navên kesên ku wê di tîma wî ya ewlekariya netewî de cîh bigrin ragihand. Di nava wan de navê balkêş yê Brett McGurk e ku wê nûnertiya an ku koordînatoriya Rojhilata Navîn û Afrîka…

9 Çile 2021

Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden navên kesên ku wê di tîma wî ya ewlekariya netewî de cîh bigrin ragihand. Di nava wan de navê balkêş yê Brett McGurk e ku wê nûnertiya an ku koordînatoriya Rojhilata Navîn û Afrîka Bakûr bike. McGurk di wexta Obama de nûnerê taybet yê li dijî İŞİD ê yê Obama bû.

Ji bilî McGurk kesên dê di tîma Biden de cîh bistînin dê serokê nivîsîngeha konseya ewlehiyê Yohannes Abraham be, koordînatorê mafên mirovan û demokrasiyê Shanthi Kalathil, rêvebirê Rûsya û Asya Navîn wê Kendall-Taylor, rêvebirê îklîm û enerjiyê wê Melanie Nakagawa û rêvebirê karên Awrûpayê dê Amanda Sloat be.