Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar çû ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

Bo zanyariyan ji berpirsan werbigre, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê çû ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, do bi Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û hejmareke din a fermandarên artêşa Tirkiyê ve, çû parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê.Hulusi Akar…

31 Kanûn 2020

Bo zanyariyan ji berpirsan werbigre, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê çû ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, do bi Sererkanê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û hejmareke din a fermandarên artêşa Tirkiyê ve, çû parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê.

Hulusi Akar û fermandarên serbazî, li Balafirxaneya GAPa Rihayê ji aliyê parêzgerê Rihayê Abdullah Erîn ve hatin pêşwazîkirin.

Akar û şanda li gel, pişt re derbasî Navenda Tevgera Hevbeş bû û li wir derbarê xebatên li herêma sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê zanyarî ji berpirsan wergirt.

Akar bi rêya vîdyo konferansê, bi fermandarên yekîneyên li herêmê û xeta sînor erkdar in pêwendî danî û axaftinek pêşkêş kir.

Akar da zanîn, artêşa wan di sala 2020an “xebatên mezin” kirin û amaje bi wê kir ku xebatên wan dê berdewam bin.