Kurdistan | 3 wefat û 123 pêketiyên koronayê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 30yê Kanûnê ya li ser rewşa vîrusa koronayê Covid-19 de, ragihandin ku 3 nexweşan wefat kiriye û 123 kesên din pê ketine.Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku di nav 24 saetên…

30 Kanûn 2020

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 30yê Kanûnê ya li ser rewşa vîrusa koronayê Covid-19 de, ragihandin ku 3 nexweşan wefat kiriye û 123 kesên din pê ketine.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku di nav 24 saetên borî de 123 kesên din bi Koronayê ketine û 217 nexweş jî baş bûne.

Herwiha diyar kir ku 3 kes jî ji ber nexweşiya koronayê mirine û hejmara mirinên heya niha jî gihîştiye 3 hezar û 383 kesan.

Bi van amarên dawî re heta niha li Herêma Kurdistanê 103 hezar û 222 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wan bi qasî 70 hezar kes jî baş bûne .