Di êrîşa Îsraîlê de 9 milîsên îranî hatin kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa doh ya Îsraîlê de ku bi şev li devera Misyaf pêk anîbû, cebilxaneya hêzên îranî hate wêrankirin 9 milîsên îranî hatin kuştin.Li gorî SOHRê, “Bombebaranên Îsraîlê, navendên serbazî yên…

25 Kanûn 2020

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa doh ya Îsraîlê de ku bi şev li devera Misyaf pêk anîbû, cebilxaneya hêzên îranî hate wêrankirin 9 milîsên îranî hatin kuştin.

Li gorî SOHRê, “Bombebaranên Îsraîlê, navendên serbazî yên hêzên rejîmê, milîsên Îranî û cebilxaneyên ser bi kargehên berevaniyê kirin armanc li rojavayê bajarê Misyaf li deverên gundnişînên Hemayê ku milîsên ser bi Îranê tê de ne.”

Hat ragihandin, di encama wan bombebaranan de 9 kes hatin kuştin, çar kes Sûrî ne û nayê zanîn gelo ew ser bi rejîmê ne yan jî di rêzên hêzên Îranî de en. Herwiha hatiye diyarkirin ku 5 kuştiyên din jî nasnameyên wan eşkere nebûne.