ENKSê êrîşên ser ofîsên wan û partiyan şermezar kir

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ên bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşî ofîsên ENKSê dikin û ew êrîşên ev çend roj in berdewam in şermezar kir.ENKSê di daxuyaniya xwe ya îro…

16 Kanûn 2020

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ên bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşî ofîsên ENKSê dikin û ew êrîşên ev çend roj in berdewam in şermezar kir.

ENKSê di daxuyaniya xwe ya îro 16ê Kanûnê de ragihand, tevî şermezarkirina gelek hêz û partiyên siyasî û gelê Kurd, komên çekdar ên bi ser ewlehiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) car din êrîşî ofîsa Partiya El Wehde ya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî) ku endama ENKSê ye kirin û herwiha bi molotofan êrîşî ofîsa Partiya Yekîtiya Kurdistanê-Sûriye ya li Kobanî hat kirin.

Di daxuyaniya ENKSê de hat gotin, ev kiryar nêzîkbûna Kurdan dike armanc û kiryarên bi vî rengî hatin şermezarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 14 û 15ê Kanûnê jî ofîsên ENKSê yên li bajarokên Dirbêsiyê, Amûdê û li Hesekê rastî êrîşan hatibûn û tevî alên Kurdistanê  hatibûn şewitandin.