Mike Pompeo peyamek derbarê dorpêçên li ser Tirkiyê belav kir

Di derbarê dorpêçên li ser Tirkiyê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo peyamek belav kir.Pompeo diyar kir, ku tevî hişyariya wan Tirkîyê sîstema S-400 ya Rûsî kirî û ceribandina wê sîstemê pêk anî.Herwiha Pompeo da zanîn: “Îro toleyên me yên…

15 Kanûn 2020

Di derbarê dorpêçên li ser Tirkiyê Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo peyamek belav kir.

Pompeo diyar kir, ku tevî hişyariya wan Tirkîyê sîstema S-400 ya Rûsî kirî û ceribandina wê sîstemê pêk anî.

Herwiha Pompeo da zanîn: “Îro toleyên me yên dijî Rêveberiya Pişesaziya Berevaniyê nîşan dide, ku Welatên Yekbûyî bi xurtî dorpêçên #CAATSA bi cîh bîne. Em ê tu caran nermî li hember kirîna çekan ji sektora berevaniya Rûsî nîşan nedin.”

Amerîkayê pir caran hişyarî dabû Tirkîyê, da ku çekên Rûsî nekire bi sedema ku S-400 ser sîstema berevanî ya NATOyê xeteriyeke mezin çêdike.

Washingtonê sala borî jî ji ber biryara Tirkiyê ya kirîna çekên Rûsî Enqere ji programa hevbeş ya balafirên F-35 derxistibû.