Biden: Di 100 Rojên Pêşî yên Seroktîya Min de Dê 100 Mîlyon Perpûn Hazir Be
Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden tîma xwe ya têkoşîna dijî vîrusa korona naskirin da.Biden li eyaleta Delaware dîyar kir ku ewê di 100 rojên pêşî yên seroktîya xwe de 100 mîlyon perpûn hazir bike.Wî da zanîn ku bo perpûn…
9 Kanûn 2020
Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden tîma xwe ya têkoşîna dijî vîrusa korona naskirin da.
Biden li eyaleta Delaware dîyar kir ku ewê di 100 rojên pêşî yên seroktîya xwe de 100 mîlyon perpûn hazir bike.
Wî da zanîn ku bo perpûn li hemî deverên Amerîka were belav kirin divê Kongres ‘’budeçeyeke tam’’ bide.
Rêberê Demokrat got ku ewê bi perpûneke ewle aborîya Amerîka jî baştir bibe û da zanîn ku ewê pandemîya vîrusa korona hinekî biajo.
Joe Biden bang li hemwelatîyên Amerîka kir ku di 100 rojên pêşî yên seroktîya wî de maskan bidin ber rûyên xwe.
Biden bo rêberîya tîma têkoşîna dijî vîrusa korona, şêwirmendê xwe yê aborîyê Jeff Zients bijart ku belavkirina perpûnê jî dê di bin kontrola wî de be.
Vê nivîsê parve bike
Cookie bikar tînin
Em cookieyên pêwîst bikar tînin da ku malper bixebite. Bi destûra te, cookieyên reklamê (Google AdSense) jî tên bikaranîn. Polîtîkaya cookie