Hemîla Ebdulstar Gerdî xelata îsal a Fexrî Ereb sitend

Xelata Fexrî Ereb ya ji aliyê hejmareke saz û dezgehên Erebî ji bo kesên di warê zanistî û karê bankî de afirandinê dikin tê pêşkêşkirin, dan Rêvebera Giştî ya RT Bankê ya li Herêma Kurdistanê Hemîla Ebdulstar Gerdî.Li Dubeyê, rêûresma…

25 Mijdar 2020

Xelata Fexrî Ereb ya ji aliyê hejmareke saz û dezgehên Erebî ji bo kesên di warê zanistî û karê bankî de afirandinê dikin tê pêşkêşkirin, dan Rêvebera Giştî ya RT Bankê ya li Herêma Kurdistanê Hemîla Ebdulstar Gerdî.

Li Dubeyê, rêûresma Xelata Fexrî Ereb a 20 sal e her sal tê sazkirin do Sêşemê birêve çû û Rêvebera Giştî ya RT Bankê ya li Herêma Kurdistanê Hemîla Ebdulstar Gerdî xelata îsal a Fexrî Ereb sitend.

Herwiha hêjayî gotinê ye, RT Bank li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê yekem sazî ye ku ew xelat sitendiye.

Hemîla Ebdulstar Gerdî ji ber di rêveberiya bank û pêşxistina sîstema bankavaniyê de serkevtî ye hat xelatkirin.