Rojavayê Kurdistanê- Qedexeya giştî hat ragihandin

Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihand.Beriya bi demekê Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiya giştî û li ser biyara…

21 Mijdar 2020

Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtin li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihand.

Beriya bi demekê Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser ji bo berjewendiya giştî û li ser biyara Şaneya Krîzê di daxuyaniyekê de qedexeya giştî ji bo 10 rojan li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê ragihand.

Li gor biryara qedexeyê:

– Qedexeya giştî ji 26ê Mijdarê û heta 5ê Berçile li Heseke, Qamişlo, Tebqa û Reqayê tê ragihandin.

– Di heyama qedexeyê de, hemû dibistan, zanîngeh û dayingeh li hemû navçeyên Rêveberiya Xweser tên girtin.

– Tevgera çûnûhatina otombîlan li navçeyên Rêveberiya Xweser tê qedexekirin. Tenê tevgera bazirganiyê berdewam dibe.

– Hemû sazî û dezgehên fermî tên girtin, ji bilî saziyên xizmetkariyê.

– Di heyama qedexeya giştî de, hemû avahiyên saziyên fermî û dibistan tên pakkirin.

– Saziyên ragihandinê kar li ser hişyarkirina welatiyan û pabendbûna bi rênimayên xweparêziyê dikin.

– Biryara qedexeyê li mexweşxane û firneyan bicih nabe. Ji bo dermanxaneyan jî, tîmên tendirustiyê karê wan birêk dixe.

– Asankarî ji tevgera cotkaran û firoşkarên sotemeniyê re tê kirin.

– Divê Hêzên Ewlekariya Hundirîn naveroka qedexeyê bicih bînin.