Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li cîhanê bi giştî 57 milyon derbas kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona bi giştî li cîhanê 57 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 57 milyon û 343 hezar û 535 kes bi vîrusa korona ketine.Vîrusa korona herî zêde li Amerîka…

21 Mijdar 2020

Hejmara pêketîyên vîrusa korona bi giştî li cîhanê 57 mîlyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 57 milyon û 343 hezar û 535 kes bi vîrusa korona ketine.


Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 12 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi 9 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li dû wê jî bi 5,9 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.


Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 1 milyon û 368 hezar û 629 kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 253 hezar û 769 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 168 hezar û 61 mirinan Brezîlya heye.


Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 91,965 kes bi vîrusa korona ketine û 4,742 kes bi wê mirine.